MKG: Em ê çapemeniya azad biparêzin

MKG’ê destnîşan kir ku divê çapemeniya azad were parastin û diyar kir ku ew ê li dijî van pêkanînên bêhiqûqî bêdeng nemînin û Çapemeniya Azad biparêzin.

Danişîna biryarê ku nûçegîanên JINNEWS Habîbe Eren û Oznûr Der û Mudura Karên Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsevan û nûçegîhanên wê Berîvan Altan, Seman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û rojnamevan Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Mehmet Gunhan jê dihatin darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat lidarxistin. 

Heyeta Dadgehê, derbarê Eren, Şahînlî û Gunhan de ji ber ku delîl tune bûn biryara beraetê hat dayîn. Dadgehê li Altan, Guzelyuz, Yûrtsever, Acar, Yalçin, Deger, Nazlim û Aggoz de jî 6 sal û 3 meh ceza birî. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî cezayê li rojnamevanan hat birîn, da û got: “Em ê wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û em ê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nûçegîhanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî di nav de îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara doza ku 11 rojnamevan jê dihatin darizandin, hat dayin. Em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî vê biryarê bi bertek û bi hêrs in. Çapemeniya azad yek ji kevirê bingehîn ê demokrasiyê ye. Peywira çapemeniya azad agahdarkirina raya giştî û avakirina hişmendiya civakî ye. Lê belê darizandin û cezakirina rojnamevanan zirareke mezin dide çapemeniya azad û demokrasiyê. 

Beratkirina Habibe Eren, Ceylan Şahinli û Mehmet Gunhan di warê edaletê de her çiqasî gaveke erênî be jî lê belê cezayê 6 sal û 3 mehan li Bêrivan Altan, Selman Guzelyuz, Diren Yurtsever, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Oznur Deger, Deniz Nazlim ve Zemo Aggoz hat birîn em dikarin wekî êrîşa li dijî çapemeniya azad binirxînin. Rojnamevan ji ber nûçeyên çêdikên û peywira pîşeya xwe bi cih tînin tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin. 

Ev biryar wê tenê bandorê li kesên ji vê dozê hatin darizandin neke, wê bandora xwe li hemû xebatkarên çapemeniyê bike. Ji bo rojnamevan karê xwe bi awayekî azad û bê tirs bikin parastina çapemeniya azad jêneger e. Ger ne wiha be wê gihandina agahiyên bêalî û rast a civakê bê astengkirin. 

BANGA PIŞTEVANIYÊ

Em wekî MKG'ê rayedaran û raya giştî vedixwînin hestiyariyê da ku edalet pêk were. Ji bo hempîşeyên me bên berdan û zextên li hemû rojnamevanan bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Rojnamevanî ne sûc e. Ji bo edalet pêk were û demokrasî bê parastin em daxwaz dikin ku sepanên nehiqûqî yên li ser kedkarên çapemeniyê bi dawî bibin. Em ji bo hemû hempîşeyên xwe yên di vê pêvajoyê de bi me re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo raya giştî ya piştgirî da spas dikin. 

Em ê wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û em ê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”