Remziye Mihemed: Em deyndarê raman û felsefeya Rêber Apo ne

Remziye Mihemed diyar kir ku jin bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin bûne û got, “Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê bi ramanên Rêber Apo derket holê. Em deyndarê Rêber Apo ne.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed, li ser guhertina jinan piştî naskirina felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi saya ramanên Ocalan ji bo tevahiya jinan bû hêvî û roniya azadiyê.

Remziye Mihemed, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû jinan roniya azadî û jiyanê ye û wiha got, “Rêber Apo ramanek pêşkêş kir ku jin karibin heqîqet, dîrok û hebûna xwe nas bikin û li ser vê esasê têkoşîna xwe bikin. Ji ber ku hebûna jinê di civakê de hatibû fetisandin, veşartin û tenê di qalibê mal û xwedîkirina zarokan de hatibû sînordarkirin. Her wiha di nava civak û malbatê de jî ne xwedî biryar bû. Bi pêşketina felsefeya Rêber Apo û derketina Tevgera Azadiya Kurdistan re, jin îradeya xwe hêj bêhtir naskir. Her ku jin hêz û rastiya xwe nas kir, ewqas berê xwe da nava xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê. Jin nîşan da ku dikare li her qada jiyanê cih bigire, xwe bi rêxistin bike û li ser vî esasî roleke mezin lîst.”

Remziye Mihemed, behsa rola jinan di avakirina rêxistinbûna xwe de jî kir û wiha domand, “Jin rêxistinbûyîna xwe avakirin. Mînak Yekîtiya Star ku di sala 2005’an de hat avakirin, saziyek jine û nûnertiya jinê dike. Di nava Tevgera Azadiyê de jin xwedî ciheke girîng e. Li dijî her cure êrîşên hovane yên dewleta Tirk gerîlayên jin berxwedaneke birûmet raber dikin. Bi kurtasî jin di hemû qadên leşkerî, siyasî, aborî, rêveberî, tenduristî û hwd de hene û pêşengiyê dikin.” Mihemed, da zanîn ku îro bi hezaran jin xeta fedaîbûnê ya ku şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li pey xwe weke mîrate hişt dişopînin û wiha berdewam kir, “Bi hezaran jin şopdara şehîd Zîlan in.

Mihemed, anî ziman avakirina sîstema xweser ji bo jinê girîng bû û got, “Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê naskirin. Ji bo wê em weke tevgerek jin dibêjin ku em deyndarê fikir û ramanên Rêber Apo ne. Li dijî Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin. Divê em helwesta xwe bi her awayî raber bikin.”

Mihemed, destnîşan kir ku jin di nava Şoreşa Rojava de bi berxwedan, sekn û tevlîbûna xwe çîrokên lehengiyê nivîsandin û wiha berdewam kir, “Mînak şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn, Silava û Zîlanan bi hezaran qehremanên mîna van şehîdan canê xwe feda kirin. Gelek jinên ku di nav xebatên civakî de cih girtine û pêşengî ji şoreşê û jinan re kirin hene. Ji bo ku şoreş bike malê civakê ked da. Şoreş di encama ramanên Rêber Apo de derket holê. Serketin û destketiyên îro di destê me de, encama mîrateyeke berxwedanê ya salan e. Felsefeya Rêber Apo felsefeya jiyanê ye. Felsefe û tecrubeya ku Rêber Apo pêşkêşî me kiriye dikare di her derê de cih bigre û belav bibe û her kes dikare jê sûd bigre. Li ser wê esasê, divê ev tecrube di vir de nesekine, felsefeya jin, jiyan, azadî'' dikare bibe mînakek ji bo hemû jinên cîhanê ku bi rêya wê ber bi serkeftinê ve bimeşin.''