Nivîskara Misrî: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ye

Nivîskara Misrî Fatin Subhiye bal kişand ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinan û got, "Fikrên Rêber Apo ne tenê têkildarî jinên Kurd e. Her wiha fikrên wî ji bo hemû jinên cîhanê guncaw in."

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî jinan li cîhanê belav bûne, nexasim jî li Rojhilata Navîn. Yek ji jinên ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûye, nivîskara Misrî Fatin Subhiye ye. Fatin Subhiye têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Bi şopandina we di nava fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ên têkildarî jinan de herî zêde çi bala we kişand? 

Abdullah Ocalan di destpêkê de bi fikra jiyana hevpar bawer dike ku Abdullah Ocalan dibêje ku azadiya civakan bi azadiya jinan re dest pê dike. Her wiha nivîsên Abdullah Ocalan dibêjin ku jin bêyî ku radest bibin, dikarin xwe di warên zehmet de bigire û li gel jinan navê azadiya welatan tê nivîsandin. Jin tu carî îxanetê di şer de nameşîne, xebata xwe bi temamî dike û serkeftinê misoger dike. Abdullah Ocalan jinan weke bingeha hemû serkeftinan dibîne. Her wiha dibêje ku divê jin û mêr bi hev re jiyaneke normal bijîn û ger ku jin ji meydana jiyanî derkevin wê alozî û qeyran rû bidin. 

Têkildarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê hêza jinan de hûn dixwazin çi bibêjin?

Bi rastî Ocalan dibîne ku jin hêzeke pir xwedî rol e. Lê belê ger bi hevjînekî neguncav, zalim, mêrdest re têkeve têkiliyê wê jiyana wê tune bibe. Ne tenê ew, wê tevgera şoreşgerî bi giştî tune bibe. Ji ber ku Ocalan xwe dispêre azadiya jinan ango azadiya jinan û civakan li gel jinan bi xwe dest pê dike û îstiqrara malbatê jî ji jinan tê. 

Hûn vedengiya van fikran çawa dibînîn?  

Ocalan dibîne ku jin divê ji xwe bawer bin ta ku karibe xwe tekez bike û biparêze. Li gorî fikrên wî ji bo ku jin xwe li hemberî her cure zilmê biparêzin divê ji xwe re armanceke siyasî û netewî peyda bike û ya herî giring jî ew e ku divê jin hewl bide ku xwe ji têkiliyên erzan dûr bixe. 

Ev tê çi wateyê?  

Abdulah Ocalan dixwaze ku jinan ji hemû zincîran rizgar bike. Dema em qala xweşikbûnê dikin, Abdulah Ocalan dibêje ku divê jin bi xweşikbûna bedenî neyê pîvan û naskirin. Divê ku bi xweşikbûna mêjiyê xwe were naskirin. Divê ku jin xwe ji her aliyên siyasî re amade bike û bi berxwedaniya xwe şerî tune bike.

Li gorî we Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah re bûye neynik?

Helbet Rêveberiya Xweser rê ji van fikran re vekir ku jin li ber xwe bidin ta ku zilma li ser jinan bi dawî bibe, azadiya xwe bi dest bixe û bigihîje rizgarbûneke derûnî û fîzîkî. Rêveberiya Xweser derfet da jinan ku ew karibin tevlî karên rêveberiyê bibin. Her wiha dubare derfet da ku jin xwe ji qalibê girtî rizgar bikin û derbasî jiyaneke nû bibin û bi saya Rêveberiya Xweser giyanê jinan vegeriya û mafên wan hatin parastin. 

Gelo ji bilî Rojhilata Navîn û herêmên gelê Kurd fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah li cihekî din pêk bên?

Fikrên Rêber Apo ne tenê têkildarî jinên Kurd e. Her wiha fikrên wî ji bo hemû jinên cîhanê guncaw in. Divê ku em hinekî guh bidin cihên ku zilm bêhtir lê heye, ta ku em karibin jinan rizgar bikin. Weke din jî divê ku hemû jin ji xwe bawer bin ku xwe ji pergala serdest rizgar bikin.

Gelo bandora hikûmetên stemkar û zalim a li ser jinan  çi ye?

Di belavkirina fikrên mêrdestî de hikûmetên stemkar bûn alîkar. Her wiha hikûmetên stemkar bindestiya jinan diparêzin û li gorî wan  jin nikarin tu tevgerê bikin. Di heman demê de ew hikûmet jî baş dizanin ku ger jinan baweriya xwe bi azadiya xwe anî tu kes nikare li hemberî wan bisekine.