YJK-S: 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi coşek mezin hat pîrozkirin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), di peyama spasiyê de ya piştî Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz weşand got, “Em ê bi nirxên jinê jiyanê ji nû ve bihûnin.”

Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz her sal bi wesîleya bîranîna yek ji damezirînera PKK Sakîne Cansiz ku 9’ê Çileya 2013’yan li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin tê lidar xistin. 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a îsal roja Yekşemê 30’ê Hezîranê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê hate lidarxistin.

Piştî Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz, Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) bi peyamekê spasiya beşdar û kedkarên festîvalê kir.

Di peyamê de hat diyar kirin ku 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz di encama ked û hewldanên 32 saziyên dost ên Kurdistanî, Swîsreyî, Tirkiyeyî û enternasyonalîstan pêk hatiye û bi awayekî bi coş hatiye pîrozkirin.

YJK-S di peyama xwe de ev tişt gotin, “Careke din me dît ku kesên têkoşîna wan mezin û veguherîner be, jiyan û evîna wan xweşik be, xwedîderketina wan a li civakê jî ewqas watedar, rengîn û bi coş e. Festîvala ku me duh pêk anî, nîşan da ku xeta têkoşînê ya jinê rengîn û yekgirtiye. Em weke hevrêyên heval Sakîne, careke din soza xwe nû dikin ku em ê jiyanê bi nirxên jinê ji nû ve bihûnin. 

Em spasiyên xwe pêşkêşî meclîs, însîyatîfên jinan û komunên me yên ku ji bo amadekirina festîvalê ked dane, hemû gelê me û bi taybet jinên ku bi coşa xwe reng dane festîvalê, kedkarên çandê, xebatkarên çapemeniyê, xebatkarên standê, saziyên jinan ên dost û hemû mêvanên xwe yên ku derketine ser dikê spas dikin û em dibêjin ku bi hebûna wan bextewar in. Jin, Jiyan, Azadî."