Rewşa girtiya nexweş Zeyneb Celaliyan giran e

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber êşeke tund a mêjî daxwaza wergirtina çareseriyê kiriye, lê belê Îranê red kiriye û daxwaza wê bi cih neaniye.

Zeyneb Celaliyan çend hefte ne ku tenduristiya wê ne baş e û pêwîstiya wê bi çareseriyeke berfireh heye, lê belê rejîma Îranê nahêle ku Zeyneb Celaliyan li derveyî zîndanê çareseriya pêwîst wergire.vTê diyarkirin ku rejîma Îranê red kiriye ku daxwaza Zeyneb Celaliyan bi cih bîne, tenê kontroleke sivik jê re kirine û paşê ew vegerandine zîndanê.

Meha borî rejîma Îranê du caran nivîseke bi navê “poşmanî” daye Zeyneb Celaliyanê ku îmze bike. Deqa nivîsê ji hêla Îtlaeta Îranê ve hatiye amadekirin û jê re hatiye gotin ku heta ku tu vê nivîsê îmze nekî, tu yê ji hemû mafên xwe yên destpêkî yên zîndanê bê par werî hiştin.

Zeyneb Celaliyan ji ber ku ji mafê bijîşkî bê par hatiye hiştin, bi gelek nexweşiyên din ketiye, wekî êşa çav, lawazbûna dîtinê, pirsgirêka gurçikan û sîstema hezmê.

Zeyneb Celaliyan 17 sal in di zîndanê de ye û tekane jina zîndanî ya siyasî ye li Îranê ku cezaya zîndana heta heta li ser heye û bi awayekî berdewam gefa îdamê li ser e.