Jin li dijî desteserkirina vînê têkoşîna hevpar nîqaş dikin

Siyasetmedar Sebahat Tûncel li Edeneyê bi saziyên jinan re hat gel hev, diyar kir ku rejîma qeyûmê derbeyek li îdeolojiya azadiya jinê ye û banga têkoşîna hevpar kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bi beşdariya siyasetmedar Sebahat Tûncel bi mijara ”Li hemberî pêkanînên qeyûmê em dikarin çi bikin?" bi jinan re hat gel hev. Nûnerên saziyên jinan ên bajêr tevlî çalakiyê bûn.

Ji Hevgirtina Mor Pelîn Çîçek axaftina vekirinê kir û got: “Hewceye ku tevgera jinan li hemberî faşîzmê û kedxwariyê xeta polîtîk ava bike."

'EM Ê BI HEV RE JIYANÊ AVA BIKIN’

Siyasetmedar Sebahat Tûncel di civînê de axivî û diyar kir ku rejîma qeyûmê ji pirsgirêka Kurd ne cuda ye û pergala hevserokatiyê tê hedef girtin. Tuncel bal kişand ser girîngiya kombûna jinan a li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê û got ku ew li cihên cuda siyasetê dikin, lê wê weke jin jiyana bi hev re ava bikin.

BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR

Sebahat Tûncel anî ziman ku desthilat bi zanebûn li vî welatî "biyanofobiyê" geş dike û partiyên muxalefetê van nîqaşan kûrtir dikin û bi bîr xist ku polîtîkaya ku Sûriyeyî anîne vir polîtîkaya Neo-Osmanî ye. Sebahat Tûncel anî ziman ku berpirsyarê hemû pirsgirêkên li welat desthilatdariya AKP-MHP'ê ye û bang li jinan kir ku li dijî polîtîkayên hikûmetê têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftina Sebahat Tûncel civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.