Zext û zordariya li rojnamevanên jin: 7 girtî

Li gorî rapora Hezîranê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zext û êşkenceya li rojnamevanan meha Hezîranê jî dewam kir. Li welêt 7 rojnamevanên jin girtî ne.

RAPORA MEHA HEZÎRANÊ YA MKG'Ê

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha hezîranê eşkere kir. Li gor raporê niha 7 jinên rojnameger girtî ne. Komeleyê got ku darizandin û cezakirina rojnamegeran a di meha hezîranê de jî dewam kir. Di vê mehê de jî rojnameger li qadan hatin astengkirin û binçavkirin.

Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin:

“Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê demeke dirêj e di bin zextên curbecur de ye. Îktîdar, ji bo rojnamegerên muxalîf bêdeng bike serî li rêbazên cuda dide. Di meha hezîranê de êrişên fîzîkî yên li dijî rojnamegeran û binçavkirinan bal kişandin. Di meha hezîranê de jî şopandina nûçeyan a rojnamegeran hat astengkirin, bi êrişê rû bi rû man. Bi taybet di çalakiyên şermezarkirinê de bi mudaxaleya polîsan ev binpêkirin bêtir derketin pêş.

Jinên rojnameger di heman demê de ji ber zayenda xwe hîn zêde bi zext û cihêkariyê rû bi rû dimînin. Em dikarin mînaka rojnameger Esra Solîn Dal bidin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî li ser nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hat ferzkirin. Esrayê der barê ferzkirina lêgerîna tazî de gilî kir lê belê ji bo vê serlêdanê biryara neşopandinê hat dayin. Ev mînaka herî berbiçav a polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Di meha hezîranê de 7 jinên rojnameger di girtîgehê de hatin ragirtin. Tim gef li jinên rojnameger tê xwarin, ev yek dibe sedema gefxwarina li ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî.

Li dijî biryarên tayînkirina qeyûman li Amed û Colemêrgê di dema çalakiyan de polîsan mudaxaleyî rojnamegeran kirin. Tundî li wan hat kirin û hatin astengkirin. Ev yek nîşan dide ku îktîdar di nava hewldana bêdengkirina nûçeyên rexneyî û çalakiyên şermezarkirinê de ye. Li dijî tayînkirina qeyûmê li Colemêrgê a di 3'yê hezîranê de li Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rojnamegerên ku çalakî dişopandin bi tundiya polîsan rû bi rû man. Di meha hezîranê de jî rojnameger hatin cezakirin û darizandina gelek rojnamegeran jî didome.

Herî dawî, ji ber doza ku jê dihatin darizandin nûçegîhanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznur, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin û Mehmet Gunhan derketin dadgehê. Rûniştina biryarê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Habibe, Ceylan û Mehmet de bi hinceta "ji sûcên hatin kirin delîl nehatin bidestxistin" biryara beraetê da. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrîvan, Selman, Dîren, Emrûllah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo birî. Ev biryar asta biryarên darazê yên gefê li azadiya çapemeniyê dixe, nîşan dide.

Rapora MKG'ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê zextên li hember jinên rojnameger û li hember azadiya çapemeniyê gihaştiye asteke cidî. Hewldanên îktidarê yên ji bo bêdengkirina çapemeniya rexneyî û azad di aliyê mafên mirovan û nirxên demokratîk de gefxwarineke mezin e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û sepanên cihêkar ên li ser jinên rojnameger zirarê dide têkoşîna wekheviya zayendî.

Ji bo azadiya çapemeniyê bê parastin û ji bo her cure zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin divê di aliyê qada neteweyî û navneteweyî de gavên xurt bên avêtin. Avakirina qadeke ji bo rojnameger bi awayekî azad karê xwe lê bikên girîng e. Ev yek ji kevirê bingehîn ê civakeke demokratîk e. Parastina van mafan berpirsiyariya hemû civakê ye. Têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e. Li ser vê yekê ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamegeran bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin. 

* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê
 
* Elîf Ersoy - Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
 
* Hatîce Duman - Midûra Karên Nivîsan û xwediya Rojnameya Atilimê
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Tulay Canpolat - Nûçegihana rojnameya Sabahê ya Enqereyê
 
* Selamet Turan - Rojnameger 
 
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT’ê ya berê.”