Îran cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Muhammedî birî

Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi sûcdarkirina ‘li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Muhammedî birî.

Li çalakvan Şerîfe Muhammedî bi îdiaya ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê têkilî bi Partiya Komele re daniye û çalakî kiriye, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Muhammedî hatiye birîn piştrast kir, diyar kir ku cezayê darvekirinê ya li dijî Muhammedî ragihandina şer û cezakirina li dijî çalakvanên civakî û sivîl e. Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, banga betalkirina cezayê û serbesberdana bê şert û merc a Şerîfî Muhammedî kir.

Şerîfe Muhammedî ku dayika zarokekî ye û hevserê wê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îdiaya ku têkiliya wan bi Partiya Komele re heye, hatibûn binçavkirin.

Şerîfe Muhammedî ku li bajarê Reşt dijî, tevî ku ji xeynî çalakiyên sendîkayên sivîl tevlî tu çalakiyên din nebûye, bi îdiaya têkiliya Komele re tê sûcdarkirin.