Nerazîbûna li hemberî hewldana desteserkirina Şaredariya Wanê zêde dibe

Hewldana ji bo desteserkirina mafê qedexekirî yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê gelek derdoran ve hate şermezarkirin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA WANÊ

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku li ser îtîraza Wezareta Dadê, mafên qedexeyê yên namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatine betalkirin. Partiyê ev bang kir: “Tavilê ji vê biryara xwe ya xelet betal bikin.” 
 
Gelek derdorên cuda bertek nîşanî vê biryarê dan. Çendek bertek wiha ne: 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: “Namzetiya hevşaredarê me Abdullah Zeydan piştî kontrolên YSK’ê û hemû qanûnan hate qebûlkirin. Di şexsê Abdullah Zeydan de li ber xelkê Wanê xefika siyasî hatiye danîn. Ji bo hilbijartinê du roj mabûn û ji xelasbûna mesaiyê re 5 deqe mabûn ku ji ewil Wezareta Dadê, mafên qedexeyê yên hevşaredarê me Abdullah Zeydan bi awayekî derhiqûqî paşve da girtin. Navê vê bêhiqûqtî û binpêkirina jiyana demokratîk e. Heke îro vîna gelê Wanê neyê parastin, dê sibe îradeya bajarên din jî tune bên hesibandin. Ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê divê her kes xwedî l li îradeya xelkê Wanê derkeve û li dijî vê kompas û kêmîna siyasî li gel îradeya xelkê Wanê cih bigire.” 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari: “Weke ku hemû partiyên siyasî dibêjin; ‘Îradeya gel li ser sindoqê tê nîşandan.’ Encamên sindoqan ên li Wanê jî tercîha xelkê Wanê ye. Guhertina van encaman a bi rêya hîle û kompasan, darbeyeke eşkere ya li dijî îradeya gel e. Em aqilê ku he alavên siyasî û burokratîk ji xwe re weke amûra hîle û bêusûliyan bi kar tîne red dikin. Em van lîstikên qirêjî yên li dijî xelkê Wanê hatiye pêşxistin teqez qebûl nakin. Em bang li îktîdarê dikin ku rêzê ji îradeya gel re bigire; di serî de xelkê Wanê û raya giştî ya demokratîk, banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî vê neheqî û dizîna îradeyê bihestiyarî tevbigerin.” 
 
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu: “Careke din bêtehemûliya AKP’ê ya li dijî vîna gel, hewldana ji bo şaredariya qezenc nekirî dîsa bide namzetê xwe... Me heman mînak di hilbijartinên 2019’an de ji bo şaredariyên Rezan a Amedê û yên sê navçeyên din de dîtibû. Niha jî hewl didin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xesp bikin. Divê daraz û YSK nebin amûrên vê derhiqûqtiyê. Ev hewldan nayê qebûlkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî ve bisekinin.” 
 
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses: “Daraza ku vîzeya ketina hilbijartinê daye Abdullah Zeydan, du roj beriya hilbijartinê ev vîzeye betal kiriye. Ev yek nayê qebûlkirin. Banga me ji bo îktîdara siyasî ew e ku rêzê ji bo îradeya xelkê Wanê bigire. Em piştevaniyê didin xelkê Wanê û dê li dijî vê derhiqûqtiyê bêdeng nemînin.” 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren: “Em hewldana li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ya bi rêya şûrê darazê qebûl nakin. Rêzê ji bo îradeya xelkê Wanê bigirin. Abdullah Zeydan saleh berê mafên xwe yên memnuyê bi dest xistibû û ev maf rojekê beriya hilbijartinê paşve hatiye girtin. Ev derhiqûqtî, mudaxileyeke plankirî ye. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja dawî ya beriya hilbijartinê de biryareke teqez li ser serlêdana dozgeriyê di heman rojê de bêyî ku venêrîna Dadgeha Bilind hebe ji holê rakiriye. Ev yek derhiqûqtî ye. Ev rewş, mudaxileyeke bi destê darazê ya li dijî îradeya hilbijêran e.” 
 
Siyastemedar Ahmet Faruk Unsal: “Ji bo hilbijartinê 2 roj mabûn û ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqeye mabûn ku ji ewil Wezareta Dadê, biryara têkildarî mafên memnû ya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan paşve da girtin. Hînbûna qeyûmtiyê dîsa xwe da der.. Yaw ma hûn qet ji gotinê fêm nakikn, ma hûn qet hiqûqê nas nakin. Ma ev dersên gel dide we ne besî we ne?” 
 
Navenda Giştî ya ÎHD’ê: “Divê siyaseta qeyûm bi dawî bibe! Abdullah Zeydan salên domdirêj bi awayekî derhiqûqî girtî ma, hemû şertên hilbijartinê bi cih anî û bû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî namzetiya wî qebûl kir û Zeydan di hilbijartinê 31’ê Adarê de bi ferqekî mezin weke Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin. Dema ji bo şaredariyê serlêdan kirî, dadgeha ku di mijara îadeya mafên memnu de biryar dabû, biryara xwe paşve girt û mixabin ev biryar betal kir. Ev yek nîşan dide ku daraz weke amûrekî hatiye bikaranîn û qeyûm li îradeya xelkê Wanê û Şaredariya Wanê hatiye tayînkirin. Em bang li partiya muxalefetê û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku bertek nîşan bidin. Weke parastvanên mafên mirovan em vê darbeya darazê qebûl nakin.” 
 
Partiya Azadiya Civakî (TOP): “Tifaqa AKP-MHP’ê ku di hilbijartinan de têkçûneke dîrokî jiyan, xwe ji bo xespkirina îradeya gelê kurd amade dike. Mafên memnû yên namzetê DEM Partiyê yê Wanê ku hatiye hilbijartin Abdullah Zeydan, li ser fermana Wezareta Dadê paşve hatine giritn. Îktîdar bi destê vê wezaretê hewl dide Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bixe destê AKP’ê. Em bi xelkê Wanê re ne ku di hilbijartinê de bersiva pêwîst daye qeyûman.” 
 
Rojnameger Îsmaîl Saymaz: “Madem asengî hebû... YSK’ê çima ji bo namzetiya Zeydan destûr da? Ev yek bi awayekî neyekser tayînkirina qeyûm e.”