BI DÎMEN

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer: Ev serketin a me hemûyan e

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer anî ziman ku Kerboran yek ji keleha berxwedanê ye, welatê şehîdan e û got: “Ev der cihê Armanc, Garîbe, Hesenan e.”

Li navçeya Kerboran a desthilatê bi sedan leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestin jî nikarîbûn encaman biguherînin. Li navçeyê 570 dengên hatine veguhestin hatin tespîtkirin, beriya hilbijartinê ji bo zêdeyî 600 kesî ji YSK'ê re teblîxata sexte ya dengdêran hat kirin. Gezer xîtabî gelê ku li ber avahiya Navçeya DEM Partiyê ya Kerboranê li hev civiyan û got: "Hûn ji vê sibehê heta vê saetê bi kelecan û hêviyê li bendê man. We li dibistan û kolanan îradeya xwe, rûmet û sindoqên xwe parastin. Em bi rêzdarî li hemberî helwesta we serî ditewînin, bi we serbilind in. Ya ku me bi dest xist ev.

Li vir gelek hîle hatin kirin, bi sedan kes ji derveyî bajêr anîn. Çi kirin jî bi ser neketin. Ez hemû hewldanên we pîroz dikim. Ez spasiya hemû hevalên me yên ku ji metropolan hatin Kerboranê û li ser vîna xwe rawestiyan, dikim. Ez we bi rêzdarî silav dikim. Ev serkeftin ya me hemûyan e.”