Li Bedlîsê gel li dijî hîleyên hilbijartinê rabû, polîsan êrîşî gel kir

Hilbijêrên DEM Partiyê ji bo 2 hezar û 18 dengên hatine betalkirin ji nû ve werin jimartin, dixwazin îtîrazê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bikin. Lê hilbijêr ji hêla polîsan ve tên astengkirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di hilbijaratina 31’ê adarê de sedan polîs û leşkerên hatine veguhestin deng bi kar anîn. AKP 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stendin. Di hilbijartinê de tevî dengên veguhestî ferq bû 188. 2 hezar û 18 dengên ku dikarin encama hilbijartinê biguherînin jî hatin betalkirin.

DEM Partî îro xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike. Avahiyê lijneyê û partiyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrîşî girseya ku dixwaze têkeve avahiyê lijneyê kir.

Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bertek nîşanî êrîşê da û wiha got: “Me daxwaznameyên xwe yên îtîrazê amade kirin lê belê polîs bi awayeke derveyî hiqûqî nahêlin em bimeşin. Bikaranîna mafên me yên qanûnî tên astengkirin. Tu hêz nikarin pêşî li lêgerîna mefên me û stendina îradeya me bigirin. Em li Bedlîsê bi ser ketine û ev rewşa derketiye holê jî vê yekê piştrast dike. Em ê hemû rêyên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Piraniya dengên hatine betalkirin ên me ne. Kesekî karmend nîn e kirine serokê sindoqê û serokê şaredariyê yê AKP’î û hêzên ewlehiyê bi çekên xwe ve çûne cihê dengdayînê. Ev yek derveyî qanûna hilbijartinê ye û em vê yekê qebûl nakin.”

Gengeşiya li bajar berdewam dike.