Omer Ocalan: Em bang li gelê xwe yê Hîlwanê dikin, em vîna xwe biparêzin

Li Curnê Reşê ku DEM Partî bi ser ketibû, AKP’ê ji bo 15 sindoqan îtîraz kir. Parlementer Omer Ocalan got, “Em bang li hemû gelê xwe yê Hîlwanê û navçeyên dora wê dikin.”

Li Şaredariya Curnê Reş a Rihayê, ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan bi ser ket, AKP'ê îtiraz li 15 sindoqan kir. Desteya hilbijartinê ya navçeyê, ji bo li ser îtiraza AKP'yiyan biryarê bide wê saet di 15:00’an de li hev bicive.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên Rêxistina Bajêr a Riha ya DEM Partiyê û bi sedan kes li ber avahiya navçeyê ya partiyê hatin ba hev. Li hemberî îtiraza ji bo hilbijartinê, ku DEM Partî bi ferqa 521 dengan bi dest xistibû, banga xwedîderketinê ji DEM Partiyê hat. Serhan Paydaş ku weke hevşaredar hate hilbijartin got, "Di hilbijartina 31'ê Adarê de gelê me îradeya xwe li ser sindoqê nîşan da û em bi ser ketin. Di hemû sindoqan de bi ferqa 521 dengan em bi ser ketin. Hemû îtirazên ku ji bo hilbijartinê li meclîsên navçeyan hatine kirin ne hiqûqî ne. Komîteya hilbijartinê wê îro ji bo nîqaşkirina îtirazan li hev bicive. Tevî gelê xwe em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em bang li hemû sazî û rêxistinên raya giştî dikin ku di vî warî de bi qanûnî tevbigerin. Îrada gel bidin gel.”

JI BO GEL BANG: DIXWAZIN ÎRADA ME DESTESER BIKIN, EM XWEDÎ LI ÎRADA XWE DERKEVIN

Parlamenter Omer Ocalan got, "Em xwedî li îrada xwe derdikevin. Em hemû gelê xwe yê li Hîlwan û navçeyên derdorê vedixwînin Hîlwanê. Bi salan e em bi hesreta ji bo vîna gel dixebitin. Em bang li hemû gelê xwe yê Hîlwanê dikin. Em ê bi hev re di çarçoveya mafên ku bi qanûnan ji me re hatine dayîn de vîna gelê xwe biparêzin. Em li vir in, em ê edaletê biparêzin."

Rêxistina Bajêr a Riha ya DEM Partiyê li aliyê din li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal banga "xwedîderketina vînê" kir û got, "Gelê me yê hêja; Tê xwestin ku destketiyên gelê Hîlwanê bên desteserkirin. Roj roja xwedîderketina li vîna xwe ye. Em bang li hemû mirovên xwe yên hestiyar dikin ku bi lezgînî werin Hîlwanê. "

Bi sedan kes li ber avahiya navçeyê li hev civiyan û bi dirûşma "Hîlwan a me ye, wê ya me be" dest bi çalakiya nobetê kirin.