AKP'ê li Wanê darbe kir: Mazbata dan namzetê AKP'ê

OHD'ê ragihand ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Wanê mazbata radestî namzetê AKP'ê Abdulahat Arvas kiriye ku di hilbijartinê de têk çûbû.

Di hilbijartinên xwecihî de namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi ser ket. Lê belê mafê wî ji dest hate standin û piştî vê yekê jî darbe li îradeya gel hate kirin.

Desteya Hilbijartinê ya Wanê mazbata da namzetê AKP'yî Abdulahat Arvas ê têkçûyî.

OHD'ê got, "Em bang li hempîşeyên xwe, raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li îradeya gel derkevin."

Namzetên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal ji sedî 55.48 ê dengan standibûn. Namzetê AKP'ê Arvas jî tenê ji sedî 27.15 ê dengan standibû.