Li Qersê desteserkirina eşkere: Leşker û polîsên biribûn Qersê ji bajêr derketin
AKP-MHP'ê ji bo encamên hilbijartinên xwecihî li gorî berjewendiya xwe biguherînin polîs û leşker veguheztibûn Qersê, bi otobusan paşve kişandin.
AKP-MHP'ê ji bo encamên hilbijartinên xwecihî li gorî berjewendiya xwe biguherînin polîs û leşker veguheztibûn Qersê, bi otobusan paşve kişandin.
Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi hezaran leşker û polîs bi otobusan veguhestibû navenda Qersê, îro jî heman “hilbijêrên veguhestî” bi otobûsan ji bajar derdixîne. Polîs û leşkerên ku bi otobûs û mînîbusan ji bajar derdikevin, li ser rêya Selîm û Qamûşanê hatin dîtin. Welatiyan, kêliyên ku leşker û polîs ji bajar derdikevin qeyd kirin.
Di hilbijartinên duh ên navenda Qersê de MHP’ê 16 hezar û 384; DEM Partiyê jî 13 hezar û 120 deng stand. Di navbera wan de 3 hezar û 264 deng hebûn.
DEM Partiyê tespît kir ku 3 hezar û 842 leşker û polîs li bajar hatine veguhestin.