BI DÎMEN

Gelê Mûşê serketina dîrokî diyarî Rêberê Gelê Kurd kir

Hevşaredarên Mûşê ji bo bi hezaran şêniyên herêmê ku serketina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Em ê vî bajarî ji bo pêşerojê ava bikin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi bidestxistina Şaredariya Mûşê serketineke dîrokî bi dest xist. Gelê Mûşê piştî encamên hilbijartinê yên duh hatin eşkerekirin bi saetan li kolanan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Îro jî gelê Mûşê ji bo pîrozkirina serkeftina xwe herikîn qada Kobanê ya li navenda bajêr. Di pîrozbahiya ku ji heftê heta heftê salî her kes lê amade bû, qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin û girse bi berzkirina dirûşman serketin diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê berteka kalê ji Şirnexê ya li hemberî hilbijêrên sexte digot; “Tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî” li ser dovîzan nivîsandin û bi pankartên mezin daketin a “Ev serketin wê tecrîdê bişkîne" bi meşaleyan ketin qadê. Gel jî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ciwanan pêşwazî kir.

Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û got: “Gelê Kurdistanê di 31’ê Adarê de bi awayekî zelal bersiva xwe da. Em vê serketinê diyarî hevrêyên xwe yên ku di zindanan de ji bo demokrasî û aştiyê diqîrin û têdikoşin dikin."

Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan diyar kir ku bi dayik, jin û ciwanên Kurd re ev têkoşîn meşandine û wiha got: “Ev serkeftin serketina vîna gelan e. Me serketineke dîrokî bi dest xist. Me hemûyan ked da û ev serketin serketina me hemûyan e. Niha jî bi vê hişmendiya berpirsyariyê em ê vî bajarî bi awayekî herî baş bi rê ve bibin. Em ê bi hev re vî bajarî veguherînin qadên jiyanê.”

'WEKE DEM PARTIYÊ YA BAŞ EM Ê BIKIN’

Hevşaredar Sirri Söylemez jî got: “Ev serketina me hemûyan e. Em ê ji yên ku ji me re hêvî dikin re bibin hêvî. Em ji bo avakirina têgihiştineke demokratîk ji bo we tên. Em ê teqez jiyaneke ekolojîk ava bikin. Em ê di hemû qadên jiyanê de modela jiyana ekolojîk ava bikin. Em ê vê serketina Mûşê ya dîrokî zindî bihêlin.”

Piştre girseya gel bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan govend gerand.