YSK’ê encamên ne teqez eşkere kir

Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e û encamên ne teqez eşkere kir.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê daxuyanî da. Yener, da zanîn ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e û got: “Li gorî encamên ne teqez, rêjeya tevlîbûna hilbijartinên bajarên mezin ji sedî 78,11 e.” 

Yener, bi domdarî da zanîn ku 34 partiyên siyasî tevlî bûne, li ser 207 hezar û 848 sindoqan bi giştî bi 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên qeydkirî ketine hilbijartinê û heta niha ji sedî 99,9’ê sindoqên bajarên mezin hatine vekirin. 

Di berdewamê de Yener ev agahî parve kir: "Di hilbijartinên bajarên mezin de ji 30 bajaran CHP’ê 14, AKP'ê 12, DEM Partiyê 3 û YRP'ê jî yek bi dest xist. 

Di hilbijartinên şaredariyên bajaran de ji 44 şaredariyan CHP’ê 18, AKP’ê, 9, MHP’ê 8, DEM Partiyê 6, BBP’ê 1, Partiya Îyî 1 û YRP’ê 1 şaredarî bi dest xist.  

Ji 878 şaredariyên navçeyan jî AKP’ê 324, CHP’ê 322, MHP’ê 110, DEM Partiyê 54, YRP’ê 37, Partiya Îyî 23, BBP’ê 12, namzetên serbixwe 9, DP’ê 2, DAP’ê 1, Partiya Çep a Demokratîk 1, Partiya Saadetê 1, Partiya Çep 1 û TÎP’ê jî 1 bi dest xist. 

Ji bilî çendek bûyerên xemgîn, hilbijartin bêyî pirsgirêk bi dawî bûn. Piştî encamên teqez dê girtekên bi îmzeya şil jî li ser malpera me ji welatiyan re bên vekirin.”