Gelê Curnê Reş li dijî hewldana desteserkirinê ber bi edliyeyê ve meşiyan

Li navçeya Curnê Reş bi hezaran kes ji bo nerazîbûna xwe li dijî hewldana desteserkirina îradeyê nîşan bidin, ber bi edliyeyê ve meşiyan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xist. AKP’ê ji bo 15 sindoqan îtîraz kir. Ji ber îtîraza AKP’ê dê lijneya hilbijartinê ya navçeyê saet di 15.00’ê de bicive û biryarê bide.

Li ser banga DEM Partiyê bi hezaran kes ku di nav de Parlementerê Rihayê Omer Ocalan û hevşaredarên 7 navçeyên hatine hilbijartin jî hene, li ber avahiya navçeyê ya partiyê li hev kom bûn. Bi hezaran kes bi dirûşmeya “Curnê Reş a me ye, wê her ya me bimîne” berê xwe dan avahiya edliyeyê ya ku wê lijneya hilbijartinê lê bicive. Polîsan xwest bi barîkatan meşa gel asteng bikin. Lê belê gel barîkatan derbas kirin û xwe gihandin parka li ber edliyeyê.

Her ku diçe girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan mezin dibe.