BI DÎMEN

Dêrika Çiyayê Mazî serketina DEM Partiyê pîroz kir

Xelkê Dêrikê li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê li hev kom bû û serketina li dijî rejîma yekperest bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" pîroz kir.

LI DÊRIKÊ PÎROZBAHIYÊN HILBIJARTINÊ

Şaredariya Dêrikê ku du serdem in qeyûm li ser tê danîn, bi rêjeyeke bilind a dengan kete destê DEM Partiyê. Namzetê AKP'ê Farûk Necmîoglû ji sedî 29.20 ê dengan, namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî jî ji sedî 60.90 ê dengan wergirtin.

Xelkê Dêrika Çiyayê Mazlî li ber buroya hilbijartinê li hev kom bû û bi coşeke mezin serketina xwe pîroz kir. Piştî axaftina hevşaredaran a ji bo spasiya xelkê navçeyê, fîşekên hewayî hatin teqandin. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.