Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr li gorî encamên nefermî ji sedî 57,40 dengên rekor wergirtin, spasiya her kesê ku hiştin DEM Partiyê qezenc bike, kirin.
Peyama hilbijartinê ya Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê wiha ye:
“Gelê hêja yê Mêrdînê;
Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de; yên ku bi derfetên xwe ji sedan kîlometre dûr hatin dengê xwe bi kar anîn, heta dawiyê mafên xwe yên demokratîk û nirxên xwe parastin, li hemberî her cure sextekarî û hîleyan tedbîra xwe ji dest nedan û bi hesasiyeteke mezin xwedî li vîna xwe derketin, beriya hilbijartinan û di dema hilbijartinan de yên piştgirî dan me, hevrêyên me yên hêja û xebatkarên partiyê, kedkarên çapemeniyê û di vê hilbijartinê yên ked dane em spasiya wan dikin.
Gelê Mêrdînê yê qedîm ku xwedî ol, ziman û pêkhateyên cuda ne, we em hembêz kirin û di hilbijartinan de bi serketinek mezin bi ser ketin. Ev serkeftin serkeftina gelên ku vîna wan hatiye desteserkirin e. We careke din destûr neda polîtîkaya qeyûman a ku ax, xweza, çand û zimanên Mêrdînê talan kir. Careke din ji bo sekna we ya birûmet em spas dikin.
We tenê hevşaredar hilnebijart, we biryar da ku bajarê me çawa wê were birêvebirin. Em ê bi hev re biryara siberoja bajarê xwe yê ku lê dijîn bidin. Ev rêyeke dirêj e, hilbijartin tenê qonaxek bû; ji niha û pê ve jî ji bo rakirina astengiyên li pêşiya aştiya civakî em ê têkoşîna hevpar bidomînin.
Ji niha û pê ve em ê hemû dem û keda xwe ji bo xizmeta gel xerc bikin.
Dem dema Mêrdînê ye.
Bi rêz û hezkirinên xwe re…”