Cizîrê serketina xwe diyarî berxwedana gelê Şirnexê kirin

Rêxistina DEM Partî ya navçeya Cizîrê serketina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir serketina xwe diyarî berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî talanê kirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Cizîrê serketina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir. Bi hezaran kesên li ber avahiya navçeyê kom bûn, bi fîşekên hewayî û meşaleyan serketinê pîroz kirin. Bi hezaran kesî dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Nûrcan Alturk ku di pîrozbahiyê de axivî, got: "Berxwedana me ya birûmet û serbilind pîroz be. Duh li Şirnexê talaneke mezin kirin. Diz û hîlekar mil dan milê hev şaredariya me desteserkirin. Bi otobusan ji metrepolên Tirkiyeyê leşker anîn Şirnexê. Em bi gelê xwe bawer in. Em li li Elkê, li Şirnexê bi ser ketin. Em minetdarê gelê xwe ne. Serkeftina me pîroz be."

Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş jî serkeftinê pîroz kirin û diyarî gelê Şirnexê kirin.