Xelkê Qilebanê hîleyên hilbijartinê yên AKP’ê şermezar kirin

Li navçeya Qileban a Şirnexê hîleyên hilbijartinê yên ji aliyê AKP’ê ve hatine kirin, bi meşeke girseyî hate protestokirin.

MEŞA LI DIJÎ HÎLEYÊN AKP'Ê

AKP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi 2 hezar û 500 hilbijêrên veguheztî ket hewldana xespê.

Li gorî encamên ne fermî, AKP bi van hîleyan li pêş e. DEM Partiyê ji ber encaman îtîraz kir. Hat ragihandin ku ferqa dengan a rêveberiya navçeyê ya DEM Partiyê heta 127’an ketiye.

Xelkê Qilebanê ji avahiya rêxistina navçeyê heta Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê meşiya û nerazîbûn nîşanî encamên bi hîle da.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal jî tevlî meşê bû.

Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûyîn de, ji nîşandana nerazîbûna li hemberî hilbijêrên veguheztî dovîzên “Biaxive! Tu ji kuderê yî?” û “Hûn kole ne” hatin hildan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Diz wê hesabê bidin gel” û “Qileban xwedî li îradeya xwe derbikeve” hatin berzkirin. Meş heta ber desteya hilbijartinê dom kir. Gel li ber buroyê sekinî. Newroz Ûysal û kesên pê re jî ji bo îtîrazê bi desteyê re hevdîtin kirin.