Hiqûqnas: YSK neçar e ku mezbatayê bide

Hiqûqnasan wiha gotin: “Armanca wan ew ku şaredariyê ji DEM Partiyê bistînin û bidin partiya duyemîn yanî AKP’ê. Derbasdariyeke hiqûqî ya vê biryarê nîne. YSK neçar e ku mezbatayê bide.”

Mafê xweparastinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jê hate standin. Hiqûqnas têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn û gotin ku YSK neçar e ku mezbatayê bide.

ÇELÎK: RAYEYEKE YSK’Ê YA BI VÎ RENGÎ NÎNE

Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk wiha got: “Kesekî ku ketine hilbijartinê û hatibe hilbijartin. Ji kesê hatî hilbijartin re, mezbata bi hiqûqî tê dayîn û piştre eger astengiya wê hebe, îtîrazî vê yekê tê kirin.” Feyzî Çelîk diyar kir ku di vê rewşê de jî divê meclîsa şaredariyê serokê xwe yê şaredariyê hilbijêre. Çelîk bi bîr xist ku YSK’ê serlêdana namzetiyê ya Zeydan erê kiriye û got: “Li gorî ku YSK’ê erê kirî, tenê dikare rewşa heyî tespît bike, eger di qanûnê de sedemên mîna mirin, îstifa hebin hingê serokatiya şaredariyê tê dayîna namzetê duyemîn. Lê li vir rayeya YSK’ê nîne ku ‘Serok hilbijêre’. Zeydan hatiye hilbijartin. Divê mezbataya wî bê dayîn. Piştî ku dest bi wezîfeya xwe ya hevşaredariyê kir, hingê dikare îtîrazî YSK’ê bê kirin. Nabe ku namzetê partiya din li şûna wî were tayînkirin. Di vê rewşê de meclîsa şaredariyê di nava xwe de serokê şaredariyê dihilbijêre. Nabe ku mafê partiyê bi vî rengî were desteserkirin. Biryarên YSK’ê ne li gorî hiqûqê ne. Dibe YSK qilifekî derxîne û ne li gorî hiqûqê, biryar bide ku şaredariya DEM’ê bide AKP’ê. Di hiqûqê de tenê di rewşa îstifa û mirinê de, dikare bê dayîna namzetê duyemîn. Ji dervey vê derfet nîne.

Hiqûqnas Kadîr Kûtûevî ev tişt gotin: “Tişta ku wan bi xwe dayî, paşde standine. Destpêkê mafê xweparastinê dayîne, niha jî vê biryarê paşde digirin. Tam biryareke skandal e. Neçare ku mezbata bê dayîn. Lê niha bi bêhiqûqiyê hewl didin şaredariyê bidin AKP’ê. Weke hiqûqnas em ê serlêdanê bikin, em ê serî li YSK a bajêr bidin. YSK wê biryara xwe ya têkildarî vê mijarê sibe bide.”