Li Wanê bi deh hezaran kesî serketina dîrokî pîroz kirin

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê serketineke dîrokî bi dest xist, tevî Şaredariya Bajarê Mezin 13 şaredariyên navçeyan bi dest xist. Bi deh hezaran kesî ev serketina DEM Partiyê pîroz kirin.

Bi hezaran kesî berê xwe dan Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ji bo pîrozkirina serketinê. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn û pankart hatin hildan.

Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Kûrt got, "Em li pêşberî gelê Wanê hezar carî bejna xwe ditewînin ku 14 ji 14'an bi dest xist û dîrok nivîsand. Wanê ji bo rizgarkirin bajarê xwe ji qeyûman bersiveke xurt da."

Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Harûn Okay jî got, "We li Tierkiyeyê dîrok nivîsandin. Bi vê serketinê we nîşan dan ku ji vê têkoşînê venagerin. Vî gelî êdî heta bi hetayê dawî li qeyûm anî."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got, "Ev serketin ya jin, ciwan û dayikênm me ne ku digotin 'Jin, Jiyan, Azadî'. Ji îro û pê ve em hîn bêhtir li benda piştgiriya we ne. Divê ev bajar ji sergoyê qeyûman bê paqijkirin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî got, "Ev qeda wê careke din nehêle ku qeyûm bê tayînkirin" û got, "Gelê me xwedî li îradeya xwe derket û pêşî li aştiya civakî vekir. Em ê bi şev û roj bixebitin ji bo pirsgirêkên li bajarê xwe çareser bikin. Em hezar carî spasiya xelkê Wanê dikin. Em soz didin, em ê rûmeta we biparêzin."

Piştre hunermned Kadîr Çat derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.