Gelê Wanê ji bo îradeya xwe rabûye ser piyan
Gelê Wanê desteserkirina mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan şermezar dike.
Gelê Wanê desteserkirina mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan şermezar dike.
Li dijî desteserkirina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, gelê Wanê li ber Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li hev civiya û dest bi meşê kir.
Girseya gel bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Diz heye" û "Gelê Kurd ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve" bersiv da êrişa polîsan û dest bi meşê kir.