NÛ BÛ

Serketina DEM'ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Gelê Agirî, Sêrt, Mûş û Erziromê serketina hilbijartinê ya DEM Partiyê pîroz kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên ku duh di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketibûn dest bi pîrozbahiyên hilbijartinê kir.

AGIRÎ

Endamên partiyê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê li hev civiyan û bi gel re heta Kolana Tahîr Elçî meşiyan.

Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş got, "We dîrokek ji nû ve nivîsand. We bersiva pêwîst da kesên ku we paşguh kirine."

Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras jî got, “Tevî van hemû neheqî û zilmê jî we weke gel dîrok nivîsand. Agrî vîna xwe parast û rûmeta xwe parast.”

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag jî wiha axivî: "Ev şaredarî ya me hemûyan e, cihêkarî tune ye" Parlamenter Sirri Sakik diyar kir ku Agirî di rojeva her kesî de ye û got, "Kesên ku ne aîdê vî bajarî ne, xwestin vîna vî bajarî desteser bikin."

SÊRT

Li qada Newrozê ya Sêrtê jî pîrozbahî hatin lidarxistin. Endamên partiyê ku di nav de Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi jî hebûn, ji avahiya bajêr heta qada Newrozê meşiyan. Welatiyên derdorê jî beşdarî meşa bi coş bûn. Di pîrozbahiyê de timî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindana" hatin berzkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Rewşan Aslan û Eşref Tekîn spasiya gel kirin.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş diyar kir ku AKP li Sêrtê bûye partiya tabelayê. Hevşaredar Mehmet Kaysî destnîşan kir ku dê şaredariyê bikin "şaredariya gel".

Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Saritaş Erdogan jî diyar kir ku gel bersiva 'polîtîkayên qirêj' daye. Sebahat Saritaş Erdogan ji girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û got, "Hêza we wê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bişkîne. Em ê coş û hêza Sêrtê diyarî 4'ê Nîsanê bikin."

MÛŞ

Li navenda navçeya Milazgîr a Mûşê bi sedan kes li hev civiyan û beşdarî merasîma serketinê bûn. Pîrozbahiyên li navçeyê ji duh bi şev û vir ve dewam dikin. Îro jî ji bo pîrozbahiyê li ber avahiya partiyê kom bûn. Hevşaredar Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker serkeftin weke "îrade û serkeftina gel" bi nav kirin.

ERZIROM

DEM Partî li navçeya Qereyazî ya Erziromê dest bi pîrozbahiyê kir. Bi sedan kes li ber avahiya partiyê kom bûn. Hevşaredar Bahar Goksu got, “Em hebûn û serkeftina xwe deyndarê we ne.” Hevşaredar Fuat Tutkun diyar kir ku tevî zext û zordariyê jî di hilbijartinê de bi ser ketin.