Bakirhan: Encam çi dibe bila bibe Qers, Bedlîs, Şirnex ên me ne!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî encamên hilbijartinê yên Şirnex, Bedlîs û Qersê daxuyaniyek da, bal kişand ser hîleyan û bang kir ku hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan.

Tûncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji xelkê Şirnex, Bedlîs û Qersê re axivî.

Peyama Bakirhan bi vî rengî ye:

"Xelkê hêja yê Şirnex, Bedlîs û Qersê,

Hevrêyên min ên hêja,

Şaredariyên ku me bi ked û têkoşîneke mezin qezenç kirin, dixwazin bi rêya hilbijêrên qaçax desteser bikin. Xelkê Şirnexê ku rûyê spî yê têkoşîna me ye, çi dibe bila bibe em her tim bi we serbilind in. Yê ku li Şirnexê li hemberî 6541 hilbijêrên qaçax di hilbijartinê de bi ser ket bajarê Şirnexê ye. Xelkê Şirnexê xwedî li îradeya xwe derket. Bila kes bi derewên fermî nexapin. Bi dengê wan kesan ku dema me ji wan dipirsî 'Hûn ji ku derê ne?' nikarîbûn bersivê jî bidin me, em ê nehêlin ku bajarê me bê desteserkirin. Pirsa 'Tu ji ku ye' sîleyeke ku li feraseta mêtingeriyê hate xistin. Her rapor yek bi yek tê lêkolîn, xelkê Şirnexê bi ser ketiye. Silav û hezkirinên xwe ji xelkê Şirnexê re dişînim ku ji doh ve li ser piyan e. Her bijî Şirnex.

Li dilê edalet, îrfan û çandê li Bedlîsê me serketineke mezin bi dest xist. Hîleya hilbijêrên qaçax û betalkirina dengên me, darbeyeke li dijî îradeya gel. Em vê darbeyê red dikin. Îtirazên me yên qanûnî dewam dikin û em ê ti carî Bedlîsê ji talankerên îradeyê re nehêlin.

Û Qers. Yên ku ji wan heye ku bi 3.842 hilbijêrên veguhestî qezenç kirine, di dilê gelên Qersê de mehkûm bûne, têk çûne. Dema ku hilbijêrên heram ên ne ji Qersê li aliyekî bê hiştin, hingî me bi 1386 dengan qezenç kirine. Encam çi dibe bila bibe Qers a me ye. Kes nikare têkçûnê li me ferz bike. Têkoşîna me ya hiqûqî û siyasî bi her awayî dewam dike.

Me kedeke mezin dan; li van bajarên me keda me heye, bîranîna me heye, kevneşopiya me ya têkoşînê heye. Hemû hevalên xwe ji ber vê serketinê pîroz dikim.

Bang li raya giştî ya demokratîk û muxalefetê dikim ku li hemberî hilbijêrên qaçax xwedî li îradeya gel derkevin.

Em bi rengekî eşkere bibêjin; Di serî de Şirnex, Bedlîs û Qersê rêveberiyên ku li dehan bajaran bi hilbijêrên qaçax 'qezenç' kirine, rewa nîne. Em bang li her kesî dikin ku hurmetê nîşanî îradeya gel bidin."