Li ser keleha dîrokî ya Mauleonê pankarta Abdullah Ocalan hat daliqandin

Li herêma Baskê ya Fransayê (Bakurê Baskê) du Kurdistanî  li ser keleha dîrokî ya Mauleonê ku li bajaroka Licharreyê ye, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parnkart daliqandin.

Kurdistaniyên ku pankarta ji çarşefên malên xwe amade kiribûn, li keleha dîrokî ya bajêr daliqandin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Çalakgerên ku pankarta bi nivîsa “ji Ocalan re azadî” daliqandin, di daxuyaniya xwe de gotin: “Em Kurdistaniyên ku li herêmê hejmara wan ji tiliyên destekî derbas nabe. Îro Kurdistanî û dostên wan li dijî 25’emîn salvegera dîlgirtina Abdullah Ocalan li navenda Ewropayê Kolnê ne. Mixabin em nikarin beşdarî vê çalakiyê bibin, lê me xwest li bajarê em lê dijîn dengê xwe li dengê wan ê ji bo azadiyê zêde bikin."

Kurdistaniyan ev bang kirin: “Azadiya Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hatiye dîlgirtin, bi taybetî li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo aştî û azadiyê çavkaniya hêvî û hêzê ye. Bûna parçeyek ji vê têkoşînê hêzê dide me. Em careke din dibêjin JI BO OCALAN AZADÎ JI BO KURDISTANÊ STATU! Bi vê bangê em banga bilindkirina têkoşîna aştî û azadiyê û xurtkirina piştgiriyê dikin."