Li Kanadayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li Kanadayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên curbicur pêk anîn.

Xwepêşandan û çalakiyên ku bi rojane li bajarê herî mezin ê Kanadayê Toronto bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bi çalakiyên curbicur pêk hatin.

Di çalakiya 15’ê Sibatê de pankartên “Freedom for Ocalan” û “Kes nikare Roja me tarî bike” li avahiya Navenda Civakî ya Kanadayê hatin daliqandin û tevahiya rojê navend girtî ma û piştî çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê ji bo piştgirîkirina berxwedêrên li zindanan, daxuyanîya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtîyên siyasî divê di zûtirîn demê de serbest bên berdan.  Di çalakiya 16’ê Sibatê de kamyonek LED hat kirêkirin û heta êvarê bi muzîka kurdî û wêne û dîmenên "Freedom for Ocalan" ser, li cihên herî qelebalix ên bajêr hate gerandin. Li gel kamyonê belavok hatin belavkirin û bala raya giştî gelekî kişand. 

Di çalakiya 17’ê Sibatê roja Şemiyê, Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya parlementoyê li hev civiyan û bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin û li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê, heta qada Dundas a navenda Torontoyê meşeke girseyî pêk anîn.  

Girseya gel dowîzên bi nivîsa "A political solution for Kurdistan and Freedom for Ocalan" rakirin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, “Freedom for Kurdistan”, “Freedom for Ocalan”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Terorîst Erdogan, Turkey stop killing Kurds" heta Qada Dundas meşiyan. 

Di çalakiya ku gelekî bala gelê herêmê kişand de, belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin û der barê şerê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd û rewşa zindanan de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir hat dayîn de ev tişt hate gotin, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên herî giran de tê ragirtin. Zêdetirî 3 sal in bi ti awayî agahî nayên girtin. Rola Abdullah Ocalan a di mijara çareserî, demokrasî û azadiya jin, Kurd û tevahiya gelan tê zanîn. Azadiya Ocalan ji bo hemû gelên herêmê bi taybetî ji bo gelê Kurd girîng e. Divê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîyên sîyasî di zûtirîn dem de azad bibin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di zûtirîn dem de rêyên diyalog û muzakereyê bên vekirin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi gotina "Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe û Kurdistanê azad bikin. Heta welatê me û Rêberê me azad nebe, her roj ji bo me roja reş e" girtiyên siyasî yên bi mehane di greva birçîbûnê de ne hatin silavkirin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.