Komploya 15’ê Sibatê li St. Poltenê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Poltenê bi meşekê protesto kirin û banga tevlîbûna meşa girseyî ya sibê li Viyanayê bê lidarxistin, kirin.

Li bajarê Poltenê yê Awûstûryayê bi wesîleya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk kirin, meşek hat lidarxistin.

Di meşa bi pêşengiya DEM-KURD'ê hat lidarxistin de pankarta "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin" hat hilgirtin.

Girseya ku flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê bûn hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Meş ji ber avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Poltenê dest pê kir û yek ji qadên navenda bajêr li Herrenplatzê bi dawî bû.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa mezin a sibê li Viyanayê bê lidarxistin hate kirin.