Komploya Navneteweyî li Mîlanoyê hat protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi meşeke girseyî hat protestokirin.

Li ser banga Rete Kurdistan Nord Îtalya bi dehan sazî, partî, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk, Rete Jin û navendên civakî beşdarî meşa ku hat lidarxistin bûn. Di meşa ku saet di 15:00’an de li Largo Caîrolî ya li navenda bajêr destpê kir, çalakvanan komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Çalakvanên ku li ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan gelek caran bênavber dirûşmên "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî", "Faşîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Çalakî piştî axaftinên li ber konsolosxaneyê bi dawî bû.