Li ber Qesra Spî 15’ê Sibatê hat protestokirin

Kurdan û dostên wan li ber Qesra Spî ya Emerîkayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de Kurdan û dostên wan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin.

Li ber avahiya Qesra Spî ya paytexta DYE Washîngtonê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Emergency Committee for Rojava hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên “Azadî ji Abdullah Ocalan re” hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Komîteya Netewî ya Ermenî ya Emerîkayê (ANCA), Metro DC DSA (Metro DC Sosyalîstên Demokrat ên Emerîkayê) û Endamê Kongreya Neteweyî  ya Kurdistanê (KNK) Seyît Riza Dêrsimî gelek nûneran daxuyanî dan.

Axaftvanan bi mêgafonê bang li Qesra Spî kirin û gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Emerîka jî di revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rol û tiliya xwe hebû. Emerîka nikare vê berpirsyariyê li ser xwe rake. Hemû armanca Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî ye, lê bi şer bersiv tê dayîn. Komploya Navneteweyî hê jî didome. Rojek nîne ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastina Medya û Rojava neke. Em daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û dixwazin Emerîka hevkariya xwe ya di şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan de bi dawî bike."

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Down down faşîzim” bi dawî bû.