Komploya 15’ê Sibatê li Êrîvanê hat şermezarkirin

Li paytexta Ermenistan Erîvanê 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşekê hate şermezarkirin.

Meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Qada Hara Paragê destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

Di dawiya meşê de parlamenterê Ermenistanê Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dîrboyan û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyran Cellat axaftin kirin.

Prlamenter Hesenov diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û got, "25 sal berê hêzên navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk anîn. Piştî komployê Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin. Dewleta Tirk a faşîst difikirîn ku bi girtina Rêbertî re wê şoreşa Kurd tine bibe. Lê belê gelê Kurd li ber xwe dide, daxwaza azadiya xwe dike û Rêberê xwe diparêze. Weke Kurdên li Ermenistanê em jî azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Em  ê ji bo azadiya Rêberê xwe heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê em îro li vir kom bûne."

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dîrboyan diyar kir ku dewletên navneteweyî ji bo ku projeyên xwe pêk bînin komplo organîze kirin û wiha axivî: "Lê niha em dibînin ku planên wan têk çûne. Li Rojhilata Navîn qeyraneke giran heye. Riya ku Rêber Apo nîşan daye her roj girîngtir dibe. Ji ber ku ev rê mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Dîrboyan bal kişand ser girîngiya kampanya ji Abdullah Ocalan re azadî û bang li her kesî kir ku xwedî li vê kampanyayê derkevin û mezin bikin.

Ji axaftvanan Seyran Cellat jî got, "Em îro li vir ji bo azadiya Rêber Apo li hev civiyan. 25 sal in tecrîd û êşkenceyeke mezin li Rêber Apo tê kirin. Hemû gelên cîhanê dizanin ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo cîhan dikare veguhere baxçeyê kulîlkan. Divê were zanîn ku gelê Kurd ne weke berê ye. Bi saya fikra Rêber Apo em şiyar bûne û mafê xwe û azadiya xwe dixwazin.”

Cellat anî ziman ku daxwaza Abdullah Ocalan ew e ku gel bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn û wiha domand: "Divê cîhan dev vê bedengiyê berde. Birêz Ocalan 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, parazvanên mafên mirovan û dadgehên neteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Bi taybetî dewletên Ewropayê. Em bang dikin ku li hemberî neheqiyên li Rêberê ku ji bo aştiyê têdikoşe bêdeng nemînin."

Piştî axaftinan, li ser navê saziyên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  parêzvanên mafên mirovan erka xwe bi cih bîninin, nameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî hate kirin.