Meşvanên Azadiyê ku li bajarên Parîs, Mannheîm û Baselê dest bi meşa azadiyê kirin û di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê li hev civiyan, îro “Konferansa Rêbertiyê” organîze kirin.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Omer Guneş jî beşdarî konferansê bû, komploya navneteweyî, tecrîda mutleq û fikir û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Guneş dema ku Sîstema Girtîgeha Îmraliyê rave kir, agahî da ku kengê, di çi şert û mercan de bi çi armancê hatiye avakirin û kî li vê girtîgehê tê ragirtin.
Guneş anî ziman ku di salên 1950'î de ji bo kontrolkirina girtiyên siyasî û mûxalefeta siyasî sîstemeke nû ya înfazê hate pêşxistin û ev qonax heta salên 1990'î dewam kir û got ku piştî ku Abdullah Ocalan di sala 1999'an de dîl hat girtin, Girtîgeha Îmraliyê veguherî qada hiqûqê. Guneş anî ziman ku di dîroka dewleta Tirk de pergala girtîgehan û înfazê qonaxa sêyemîn temsîl dike.
Guneş, daxuyand ku ev hucreya yekkesî ye û wiha got: “Rêberê herî mezin ê tevgera Kurd li vir tê ragirtin û ji bo di bin kontrolê de bihêlin pergaleke nû ava dikin. Di Destûra Bingehîn de rasterast pergaleke wiha tune ye. Berê pergala girtîgehê girêdayî Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê bû. Lê bi gelemperî rewşa girtîgehan bi biryara Wezareta Dadê û bi îlana rojnameya fermî dihatin diyarkirin. Lê niha ev îlan tune. Bi awayekî fiîlî bi navenda krîza Serokwezîriyê ve girêdayî ye. Û bi vî rengî berdewam dike.”
Guneş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku di Hezîrana 2015’an de Qanûna Ceza, Qanûna Înfaza Ceza û Qanûna Cezayê ya Tirk ket meriyetê, statuyeke nû dan Îmraliyê. Paşê navê wê dîsa hat guhertin. Di teorîyê de girêdayî Wezareta Dadê ye û wek ku birêz Öcalan gotiye, ‘Ev der wek laboratuarê xizmetê dike’. Niha Girtîgeha Îmraliyê di cîhanê de wek girtîgehên Guatanamo ango giravê ye. Ramanwerên girîng ên serdema post-modernê ji bo dewletê di bin kontrolê de bihêlin, li ser teorî û têgehan lêkolîn kirin û ji bo naskirina civakên nûjen têgeh pêş xistin. Girtîgeha Îmraliyê di nava vê çarçoveya teoriyê de ye. Û Îmralî25 sal in wekî laboratuarê xizmetê dike."