Çalakiya 15’ê Sibatê ya li Viyanayê: Em cîhana bêyî Rêber Apo qebûl nakin

Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê daketin qadan, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de peyama "Em cîhana bêyî Rêber Apo qebûl nakin" dan.

Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin, saet di 16:00 de li Albertînaplatz a navenda bajêr destpê kir.

Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, li ser navê Meclîsa Jinê ya Avestayê Agirî Kobanê axaftinek kir. Agirî Kobanê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û got, “Em ê Rêber Apo azad bikin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin. Heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.”

Di axaftinên li ser navê Komîntern û MLKP'ê hatin kirin de bal kişandin ser berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û çalakiyên li zindanan.

Piştî axaftinan girseya gel meş pêk anî û gelek caran bênavber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin. Di meşê de belavokên têkildarî dîlgirtina Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di çalakiya ku li ber Wesbahnhofê veguherî mîtîngê, li ser navê FEYKOM'ê Halîs Gimgim jî axaftinek kir. Gimgim bang li her kesî kir ku berxwedana Abdullah Ocalan ji xwe re esas bigirin û got, "Berxwedan û felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê bi rêxistin bûye."