Li Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) ve bi navê "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe" konferansek hat lidarxistin.
Parlamenterê PE'yê û endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Giuliano Pisapia piştgirî da konferansê.
Konferans ji 3 beşan bi navên "Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê", “Jiyana hevgirtinê - pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka Kurd" û "Deriyan vekin: Rêya ku diçe azadî û aştiyê" pêk hat. Parlamenter, siyasetmedarên ji welatên cuda, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdar bûn.
WESTRHEÎM: YÊN MUXALÎF IN DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Seroka EUTCC ya Norwêcê û akademîsyena Zanîngeha Bergenê Karîane Westrheîm ve hat kirin.
Karîane Westrheîm derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi taybetî jî yên Kurdan agahî da û diyar kir ku piraniya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji komên li dijî hikûmetê pêk tên.
Westrheîm bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi hezaran kesên ji beşên cuda yên civakî yên weke siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û ti têkiliya wan bi tundiyê re nîne di girtîgehên Tirkiyeyê de ne û got, "Mînak bi sedan siyasetmedar, parêzer, rojnameger û hwd. kesên ku bi hinceta têkiliya wan bi PKK'ê re heye hatin girtin û cezakirin."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ŞERTÊN GIRAN ÊN MANDELA DERBAS KIR
Westrheîm bal kişand ser tecrîda mutleq û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25 salan û wiha berdewam kir: “Em dikarin rewşa Ocalan bi Nelson Mandela yê ku 27 sal di girtîgehê de ma bînin beramberî hev. Em dikarin bibêjin ku muameleya li dijî Ocalan ji şert û mercên giran ên Mandela derbas kiriye. Zindankirina Ocalan, nemaze ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û daxwaza endamtiya Yekîtiya Ewropayê dike, di çarçoveya navneteweyî de bi rastî rewşeke awarte ye. Tirkiye bi pêkanînên xwe yên li dijî Ocalan peymanên ku Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî garantî kirine binpê dike."
‘ABDULLAH OCALAN MIFTEYA ÇARESERIYA SIYASÎ YE’
Westrheîm bal kişand ser encamên giran ên tecrîda demdirêj a li Îmraliyê û wiha domand: "Di dema ku dewleta Tirk di vê tecrîdê de israr dike, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve û ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelek xebat tên meşandin. Kampanyaya azadiya Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, yek ji van kampanyayan e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan a sereke heye. Ocalan beriya niha jî gelek caran diyar kiribû ku ew çareseriya pirsgirêkê dixwaze.”
'DIVÊ SAZIYÊN FERMÎ TÊKEVIN NAVA TEVGERÊ’
Westrheîm diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî divê saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wiha axivî: "Divê rêxistinên navneteweyî yên weke NY û YE, ji bo diyaloga di navbera aliyên peywendîdar de teşwîq bikin,ji bo ku çareseriyek were dîtin xebatên dîplomatîk bimeşînin."
Piştî axaftina vekirinê konferans bi panelan dewam dike.