Li Kopenhagê 15 Sibatê hate protestokirin
Li paytexta Kopenhagê ya Danîmarkayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Li paytexta Kopenhagê ya Danîmarkayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li Qada Synemollen a Kopenhagê li hev kom bûn û bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê meşek lidar xistin.
Meş bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş di axaftina xwe ya li çalakiyê de, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ancax bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.
Meş li ser rêya ku Konsolosxaneya Tirk, Avahiya Neteweyên Yekbûyî, Konsolosxaneya Emerîkayê û Konsolosxaneya Fransayê lê ne, pêk hat.
Li ber konsolosxaneya Tirk li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kek Îbo Pîrsûs axivî. Pîrsûs, komplo şermezar kir û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê têkoşîn bidome.
Li pêşiya avahiya nûnertiya NY'yê jî der barê komployê û daxwazên gelê Kurd de daxuyaniyek hate xwendin.