BI DÎMEN

Li Londonê 15’ê Sibatê hat protestokirin

Bi sedan kes ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londonê kom bûn û bi meşeke dirêj peyama, “Em ê cîhana bêyî Abdullah Ocalan li serê we hilweşînin” dan.

Bi boneya 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan kes li ber Dalston Junctionê ya paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan. Enternasyonalîst û nûnerên saziyên demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûn.

Girseya ku al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn bê navber dirûşmên "Bimre komplo, bimire faşîzm", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Bi sedan kesan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bi yek dengî marşa netewî ya Kurd xwendin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir û bi marşên li ser Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayan govend gerandin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê jî ku 3 roj in li Londonê di greva birçîbûnê û meşa dirêj de ne, beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Îngilistanê Saît Suruç û Aso Kamalî beriya meşê axaftinek kirin û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ev tişt gotin: “Berî her tiştî em pêngava 10’ê Cotmehê ya ji bo azadiya Ocalan silav dikin. Gel wê tu carî rê nede van komplogeran, rejîma Tirk a faşîst û dagirker û kujerê li ser serê wan. Ev gel heta azadiya fîzîkî ya mîmarê vejînê Rêber Apo bi dest bixe wê li kolan, qadan, çiya û bajaran li ber xwe bide û têbikoşe."

Axaftin gelek caran bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin qutkirin û ji Dalston Juctionê meş dest pê kir. Meşa ku li kolanên herî qelebalix ên Bakurê Londonê pêk hat, bi çepikan hat piştgirîkirin û wesayîtan li tûtikê xistin.

Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan li tevahiya meşê li qada Manor House çalakiya rûniştinê li dar xist û demekê kolan ji trafîkê re girt.

Girse pişt re dîsa ber bi herêma Harîngeyê ya ku Kurdistanî lê dijîn ve meşiyan. Dema meş li ber avahiya KCC’ê bi dawî bû, li vir civîna gel hate lidarxistin.