NÛ BÛ

KCDK-E û TJK-E: Di meşa li Kolnê de dîrok ji nû ve hat nivîsandin - NÛ BÛ

KCDK-E û TJK-E’yê destnîşan kir ku bi meşa sed hezaran ruhê ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ gihandin Kolnê û got, “Di meşa li Kolnê de dîrok ji nû ve hat nivîsandin.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê yên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkîldarê meşa li bajarê Kolnê yê Elmanyayê daxuyaniyek nivîsî weşand. Di daxuyaniya KCDK-E û TJK-E’yê de hat gotin, “Meşa navendî ya li Ewropayê ya ku di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî tecrîd û dîlgirtina 25 salan pêk hat, bi beşdariya bi sed hezaran kesî veguherî lehiyekî. Meşa ku bi sed hezaran dost, jin, zarok, kal û ciwan ên ji dehan welatên Ewropayê tevlî bûn, bû şahidê xwedîderketineke bi heybet."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku meşa li Kolnê bi biryardarî û ruhekî ku mîna ya pêvajoya sala 1999’an a xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û wiha hate gotin, “Di serî de ji Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka û gelek welatên din ên Ewropayê bi hezaran kes bi otobus û wesayîtan herikîn Kolnê."

‘HAT DÎTIN KU RÊBER APO RÊBEREKÎ NAVNETEWEYÎ YE’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Enernasyonalîst û dostên kurdan ên ji welatên cuda di 10'ê Cotmeha 2023'yan de pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî" dan destpêkirin û li Kolnê xwedî li Rêber Apo derketin û destnîşan kirin ku ew Rêberekî navneteweyî ye.

Helwesta saziyên mîna Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û CPT’yê ku di şexsê Rêber Apo de tevahiya gelê Kurd mehkûm kirine, şermezar kirin. Dewleta Tirk a faşîst vê êşkenceyê û tecrîda 25 salan bi saya bêdengî û desteka van saziyan berdewam dike.

‘DÎROK JI NÛ VE HAT NIVÎSANDIN’

Gelê Kurd û dostên wan dubare kirin ku tecrîd û dîlgirtina 25 salan qebûl nakin, bi biryar in ku vê rêbaza serdema navîn a ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tecrîd dike rawestînin û sala 2024'an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Bi sed hezaran Kurdistanî û dostên wan di meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya li Kolnê de vîna xwe û dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe re nîşan dan û diyar kirin ku navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye.

Hewce dike ku dewleta Tirk, hêz û saziyên navneteweyî vê peyama gelê Kurd baş bixwînin.

Weke KCDK-E û TJK-E em di serî de spasiyên xwe pêşkêşî bi sed hezaran kesên tevlî meşa Mezin a Kolnê ya 17'ê Sibatê bûne, bi taybetî jin, ciwan, enternasyonalîst, dost, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesê ku ji bo mirovahiyê têdikoşe dikin.

Em ê teqez bi ser bikevin û bi hev re em ê tecrîdê bişkînin!"