Hevserokatiya Federasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) destnîşan kir ku hemû beşên civakê yên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin weke 'terorîst' sûcdar bikin, ji bilî rûreşkirina rejîma Erdogan tiştekî din nîne. KON-MED’ê da zanîn ku sûcdarkirina daxwazên neteweya Kurd ên mafên mirovan û statuya gerdûnî ya bi gotina “komên terorê kom dibin” hevkariya bi Erdogan re nîşan dide.
Daxuyaniya hevserokatî wiha ye:
Di 17'ê Sibata 2024'an de wê li Kolnê meşa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ya bi pêşengiya sazî û rêxistinên sivîl ên demokratîk bê lidarxistin. Weke KON-MED em alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a sedsalî ne.
Dewleta Tirk ji ber netewebûnê mafên bingehîn ên mirovan û mafên sîvîl ên Kurdan qebûl nake; dixwaze bi polîtîkayên hovane zextê li daxwazên Kurdan dike. Daxwazên demokratîk ên hiqûqî yên gelê Kurd bi zor û tundiyê tên taloqkirin. Ji ber vê sedemê bi hezaran gundên Kurdan hatin valakirin û 4 milyon Kurd jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Kurd, di nav de bi hezaran aktîvîstên me, bi binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî rastî êşkenceyê hatin. Ji ber vê sedemê Kurd neçar man koçî Ewropayê û bi taybet Elmanyayê bikin. Di navbera salên 2013 û 2015’an de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tundiya çekdarî ya ku ji ber pirsgirêka Kurd a sed salî derketibû, cara yekemîn 2 sal rawestiya. Hêviyên çareseriya demokratîk di civakê de zêde bûn. Siyaseta legal a Kurd di hilbijartinên ku di nava atmosfera aştiyê de pêk hatin sekneke dîrokî bi dest xist. Di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an di atmosfereke aram de HDP'ê 80 wekîl bi dest xist. Û eşkere bû ku AKP-Erdogan a ku di 3’yê Mijdara 2002'an de hat ser desthilatdariyê, cara yekem dikare têk biçe.
Rejîma Erdogan encamên hilbijartinan qebûl nekir û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên tundiyê yên kevneşopî yên dewletê bifetisîne, guhertinên siyasî pêk anî. Navçeyên Sûr, Farqîn, Licê yên Amedê, navçeyên Nisêbîn, Şemrex ên Mêrdînê, Cizîr û Silopiya yên Şirnexê û navenda Şirnexê û Geverê ê Colemêrgê hatin xerakirin. Bajarên Kurdistanê wêran kir. Dîsa bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên li ser sînorên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên ku ji Elmanyayê anîne dagir kir. Bi sed hezaran mirov bi darê zorê hatin koçberkirin.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîn. Îdîa hene ku ev çek ji aliyê dewleta Tirk ve ji Elmanyayê hatine anîn. Elmanyayê li Bundestagê Qirkirina Êzidiyan nas kir. Lê dewleta Tirk li Şengalê êrîşên qirkirinê pêk anî. Her roj li dijî Şengal, Rojava û Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi balafirên keşfê êrîşên hewayî pêk tînin, jin û ciwanên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin qetil dikin.
Em difikirîn ku êrîşên dewleta Tirk ên di bin destê rejîma Erdogan de yên li dijî Kurdan, divê di çarçoveya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî / Statuya Romayê de werin lêkolînkirin; Em qebûl nakin ku di sedsala 21’emîn de neteweya kurd bê statu bimîne. Helbet em piştgiriyê didin meşa ku di 17ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin. Sûcdarkirina hemû beşên civakê yên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin weke “terorîst” tê sûcdarkirin, ji bilî rûreşkirina rejîma Erdogan pê ve tiştekî din nîne. Sûcdarkirina daxwazên neteweya Kurd ên mafên mirovan û statuya gerdûnî ya bi gotina “komên terorê kom dibin” hevkariya bi Erdogan re nîşan dide.
Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanî û weşangeriyê yên li Elmanyayê dikin ku nêzîkatiyên rojnamevaniyê yên malpera "express.de" û rojnameya WDR'ê ya ku bi exlaqê rojnamevaniyê tevnagere şermezar û protesto bikin."