FEDA: Werin em di 17’ê Sibatê de li dijî tecrîdê li Kolnê bin
Hevseroka FEDA Huriye Kabayel got, "Em li dijî tecrîda li meşa 17'ê Sibatê ya li navenda Kolnê weke lûtkeya çalakiyan bicivin."
Hevseroka FEDA Huriye Kabayel got, "Em li dijî tecrîda li meşa 17'ê Sibatê ya li navenda Kolnê weke lûtkeya çalakiyan bicivin."
Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Huriye Kabayel ji bo meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê kir.
Huriye Kabayel got, "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin û her kesên li dijî nasname, bawerî, cudahî û dijberiya xwe derketin, avêtin girtîgehan û hatin qetilkirin. Divê em ji wan re bêjin 'rawestin'. Divê em mîna Hallac,, Mahsûnî, Nesîmî, Pîr Sultan û bindestan li dijî neheqiyê bisekinin. Divê em azadiya xwe xurt bikin û weke Seyîd Riza serî netewînin.”
Huriye Kabayel anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê veguheriye êşkenceya sîstematîk û wiha pêde çû: "Ev 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, hevdîtina bi malbat, parêzerab re tê astengkirin. Bêdengiya saziyên navneteweyî nayê qebûlkirin."
Huriye Kabayel axaftina xwe wiha domand: "Weke lûtkeya çalakiyan, divê em cihê xwe di meşa 17'ê Sibatê ya li navenda Kolnê de bigirin û bi hev re li dijî tecrîdê derkevin. Bêcudahî divê em li dijî neheqiyê serî hildin. Divê em hemû bi hev re cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin."