BI DÎMEN

Kurdistaniyan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê

Welatparêzên ku di çalakiya ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Kurdistaniyên bi navê Sema Alp, Mustafa Kurt, Ahmet Acar û Sînan Karakûş 25 sal berê ji bo şemezarkirina komploya li dijî Abdullah Ocalan li ber avahiya Konsolosxaneya Îsraîlê  çalakî li dar xistibûn û di encama gulebarana hêzên Îsraîlî de hatibûn qetilkirin.

Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê dijîn, ji bo welatparêzên hatibûn qetilkirin çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îsraîlê û wan bi bîr anîn.

Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê  hat lidarxistin de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û got, "Ez di şexsê welatparêzên ku di 15'ê Sibata 1999'an de li vir hatin qetilkirin, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim. Beriya her tiştî divê em layiqî şehîdan bin. Divê em li ser şopa şehîdên xwe yên rêya me ronî dikin bimeşin.”

Li cihê ku welatparêz lê hatin qetilkirin qurnefîl hatin hiştin.