Nêçîrvan Barzanî bi nûnerê qirkirina Kurd re hevdîtin pêk anî
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya polîtîkayên hevkariyê yên ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir, li Elmanyayê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya polîtîkayên hevkariyê yên ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir, li Elmanyayê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtinên Malbata Barzanî yên bi rayedarên Tirk re di çarçoveya vexwendina wan a ji bo polîtîkayên fedakirina Başûrê Kurdistanê û ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk berdewam dikin.
Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo beşdarî 60’emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê (MSC) bibe hat Elmanyayê, bi Hakan Fîdan ku di çarçoveya polîtîkayên hevkariyê yên ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir û ji kujeriyê derbasî Wezaretiya Karên Derve yê Tirkiyeyê bû, hevdîtin pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Başûrê Kurdistanê, Barzanî û Fîdan li ser geşedanên dawî yên li herêmê nêrînên xwe anîn ziman.