BI DÎMEN

Li Moskowayê cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin

Li paytexta Rûsyayê Moskowayê cejna Xidir Nebî, Xidir Îlyas bi tevlîbûna gelek kesan hate pîrozkirin.

Cejna Xidir Nebî Xidir Îlyas ku cejneke Êzidiyan e, li paytexta Rûsya Moskowayê bi tevlîbûna Şêx, Pîr û berpirsên rêxistinên Kurdan hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskowayê Eka Qulîxan, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rûsyayê Rêşad Bênav, Hevserokê Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Federal a Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev, Şêx Semend û Pîr Manana axivîn û behsa wateya Cejna Xidir Nebî kirin.

Piştî axaftinan hunermend Alîk stran stirî.

Pîrozbahî bi muzîk û belavkirina xwarin û şêranî bi dawî bû.