KON-MED’ê spasiya kesên ku beşdarî mîtîna Kolnê bûne, kirin

KON-MED'ê spasiya kesên beşdarî mîtînga 17'ê Sibatê ya Kolnê bûn kir û got: "Meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê pêk hat, dîrokê nivîsand! Bi sed hezaran gotin 'vîna me Rêber Apo ye'."

Federasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyek nivîskî spasiya kesên ku beşdarî mîtînga Kolnê bûne kir û got: “Meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê pêk hat, dîrokê nivîsand! Bi sed hezaran gotin 'vîna me Rêber Apo ye'.”

Daxuyaniya KON-MED’ê wiha ye:

“Rêber Apo ku 25 sal in ji ber Komploya Navneteweyî di bin tecrîdê de tê girtin, di berxwedana 17'ê Sibatê de bi heman ruhê 1999'an hat hembêzkirin. Zêdeyî sed hezar kesî li Ewropayê got 'hûn nikarin roja me tarî bikin'. Meşa navendê li Kolnê pêk hat.

Gelê me, meclîs, jin û ciwanên me yên welatparêz ên li Elmanyayê dijîn, bi hefteyan seferber bûn û ji bo ku tevlîbûn di asta layiqî nirxên têkoşîna me be, ked dan. Ev xebata bi biryar ku li Elmanya û hemû welatên Ewropayê hate meşandin, li dijî komplogeran bû bersiv.

Ji bo meşa Kolnê ya ku ruhê sala 1999’an lê hat jiyîn, hemû meclîs, pêkhate û gelê me yê welatparêz ên di nava KON-MED’ê de heta roja dawî xebateke bi biryar nîşan dan û tevlîbûn derket asta herî jor.

Jin û ciwanên ku hemû hêza xwe ji bo meşa 17’ê Sibatê seferber kirin, bûn kedkarên bi rûmet ên vê serkeftina mezin. Beriya meşê li hemû cihên civakî û malan serdan hatin kirin. Gelê me bi civînên gel ên li gelek cihan hatin ronîkirin û ji bo meşa dîrokî ya 17’ê Sibatê ya Kolnê seferber bûn.

Enternasyonalîst, dost, şoreşger, demokrat û rewşenbîrên ku di vê pêngavê de kedeke mezin dan bi tevlîbûna xwe ya girseyî beşdarî meşa mezin bûn. Piştgiriya Rêber Apo kirin û diyar kirin ku ew li kêleka têkoşîna azadiya Kurd in.

Helwesta durû ya saziyên navneteweyî, Konseya Ewropa û CPT’ê û bêdengiya wan a li hemberî tecrîda li dijî mirovahiyê derket holê. Ji wan hat xwestin ku dev ji helwesta xwe ya girtina gelê Kurd berdin û li gorî pîvanên demokrasî û mafên mirovan tevbigerin.

Bi sed hezaran kesî bi meşa Kolnê daxwaza xwe ya 'Rêber Apo vîna me ye, em bi lezgînî  azadiya wî fîzîkî ya dixwazin' dubare kirin. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku ji 17’ê Sibatê û vir ve têkoşîn ber li hemû aliyên civakî ve belav bûye. Em ê helwesta bi biryar a ku me li Kolnê nîşan da bi gihandina asteke nû civakî bikin.

Em spasiya xwe digihînin hemû rêveberiyên xwe yên federasyonê, di serî de hemû meclîsên xwe yên ku ji bo meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê seferber bûne, her wiha hemû pêkhateyên me yên ku li qadan bi disîplîn xebitî û xizmet kir."