Krîza Qerebaxê: Îran li dijî 'guhertina jeopolîtîk' e!

Îranê serweriya Azerbêcanê li ser Qerebaxê nas kir, lê li hember “guhertinên jeopolîtîk” li Kafkasyayê hişyarî da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna çapemeniyê ya heftane de got ku ew li dijî guhertina sînorên navneteweyî û guhertinên jeopolîtîk ên herêma Kafkasyayê ne.

Kenanî li ser korîdora Zengezûrê rawestiya û wiha got: “Dema ku ev korîdor bi dirêjahiya sînorê bi Îranê re dirêj dibe, ew rê dide Bakûyê ku berdewamiya axa xwe bigire heya Naxçîvan, komara xweser a Azerbêcanê ku di navbera Ermenistan, Îran û Tirkiyeyê de ye. Tevlihevkirina vê rêya ku Tehran wê weke stratejîk dibîne, wê çûna Îranê ya Ermistan û Ewropayê qut bike.”

Kenanî diyar kir ku Îran her dem piştgirî dide ku “erdên dagîrkirî" yên Qerebaxê paşde bidin Azerbêcanê.

Azerbêcanê di 20’ê Îlonê de ji nişka ve êrîşeke dagirkeriyê li dijî Qerebaxê kir. Rayedarên Qerebaxê piştî 24 saetan li ser çekdanînê û li ser tevlêkirina herêmê bi Azerbêcanê re muzakereyan li hev kirin. Di êrîşa dawî de nêzî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber fikara paqijiya etnîkî, ji 120 hezar nifûsa Qerebaxê 10 hezar jê koçî Ermenîstanê kirin.

Balkêş e ku daxuyaniya hikûmeta Îranê ji roja Yekşemê ve berpirsê payebilind ê Ermenistanê, Sekreterê Encumena Ewlekariyê Armen Grigoryan hatiye serdana  Tehranê. Tê payîn ku Grigoryan vê Duşemê bi Wezîrê Derve Huseyîn Emîr-Abdullahiyan re bicive.

Tehran bi vê minasebetê piştgiriya xwe ji bo Êrîvanê diyar kir. Bi taybetî di warê bazirganiyê de têkiliyên herdu welatan nêzîk in.

Sekreterê Encumena Asayişa Îranê Ehmediyan Elî Ekber pêşwazî li Grîgoryan kir û tekez kir ku divê hemû hewldan ji bo vegerandina aramiyê bê kirin da ku "krîz mezintir” nebe.

Ji ber ku Azerbêcan hevalbendek nêzîk a Tirkiyê ye,

têkiliyên di navbera Baku û Tehranê ji berê de bi hestiyarî tê meşandin.

Her wiha Baku jî ji Îsraîla ku  wek dijminê Îranê dibîne çekan dikire. Li Îranê 10 milyon Azerî û 100 hezar Ermenî hene.