Komara Qerebaxê hildiweşe
Komara Qerebaxê ku yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, piştî êrîşa dawî ya Azerbaycanê, biryar li ser rakirina hikumê xwe û hemû saziyên xwe da.
Komara Qerebaxê ku yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, piştî êrîşa dawî ya Azerbaycanê, biryar li ser rakirina hikumê xwe û hemû saziyên xwe da.
Rêveberê Qerebaxê Samvel Chakramanian bi giştînameyekê ragihand ku wê hemû sazî û rêxistinên hikûmetê ku ji 1’ê Çileya 2024’an ve ji holê rabibin û dawî li Komara Qerebaxê were.
20’ê Îlonê Azerbaycanê bi carekê êrîş bi ser Qerebaxê. Şev û rojek bi şûn de Qerebaxê biryara danîna çekan da û qebûl kir ku herêm entegreyê Azerbaycanê bibe.
ZÊDEYÊ 65 HEZAR KESAN BAR KIRIYE
Piştî êrîşê Qerebax vala dibe. Xelk terka cih û warê xwe dike. Li gor daxuyaniyê ku rayedarên Ermenistanê da, 65 hezar û 36 kesên Qerebaxî li Ermenistanê bûne penaber. Ev hejmar hema bibêje nîvê nifûsa Qerebaxê ye.
MEL GIBSON: CARDIN TEVKUJÎ YE
Aktor û derhênerê Emerîkayî Mel Gibson vîdyoyek li ser torên medyaya dîjîtal weşandiye, tê de dibêje: ‘’Dîrok bi awayekê trajîkî dubare dibe.’’
Gİbson di peyama xwe de ji bo xelkê Qerebaxê dibêje: ‘’Em şahidê tevkujiyekê ne ku berdewam e.’’
Gibson bi bîr xist ku ji ber baweriya xwe bi sedan sal in zexta li ser Ermenan berdewam e û ji bo xelkê Qerebaxê bikare li cih û warê xwe vegere bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin hewila dîplomasiyê.
Gibson di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: ‘’Ez ji Ermenan re ku êşê dikişînin dibêjim: Ji wêrekiya xwe nebin, Xwedê bi we re ye.’’