Bakurê Koreyê ‘statuya dewleta nukleerî’ xist nava destûra xwe ya bingehîn

Serokkomarê Bakurê Koreyê Kîm Jong Ûn, da zanîn ku statuya dewleta nukleerî ya welêt di Destûra Bingehîn de cih bi cih bûye.

Li gor KCNA’yê ku ajanseke fermî ye, Kîm Jong Ûn ragihandiye ku statuya dewleta nukleerî ya Bakurê Koreyê di nava Destûra Bingehîn de hatiye bicihkirin da ku kes nekare binpê bike.

Kîm Jong Ûn ku navê kurt ê fermî yê Bakurê Koreyê bi kar tîne, got: ‘’Polîtîkaya avakirina hêza nukleerî ya Komara Gel a Demokratîk a Koreyê wek destûra bingehîn a dewletê bûye mayînde.’’

Li gor KNCA’yê Kîm Jong Ûn di civîna Meclisa Gel de ku rojên Sêşemî û Çarşemiyan ku tê çêkirin, destnîşan kiriye ku nema kes bikare destûra bingehîn a dewletê binpê bike.