NATO’yê leşkerên xwe yên li Kosovayê zêde kir

NATO ku aloziya di navbera Sirbîstan û Kosovayê de weke hincet nîşan da, ragihand ku hejmara leşkerên xwe yên li Kosovayê zêde kiriye.

Berdevkê NATO’yê Dylan Whîte di daxuyaniya dayî de, ragihand ku ji bo ku Qraliyeta Yekgirtî hebûna NATO’yê xurt bike, wê nêzî 600 leşkeran li Kosovayê bi cih bike.

Berdevkê got ku endamên din ên tifaqê jî wê leşkeran bişînin û diyar kir ku ev biryar êrîşa bi tund a 24’ê Îlonê li hemberî polîsên Kosovayê pêk hatî û aloziya li herêmê ya zêdebûyî, dişopîne.

Roja Yekşemê li bakurê Kosovayê memûrek polîsê Arnavût ê Kosovayî hat xistina kemînê û hat kuştin.

Hikûmetê Kosovayê jî roja Şemiyê daxuyaniyî da û bang li Sirbîstanê kir ku yekîneyên xwe yên li ser sînor, paşve bikîşîne. Kosova bicih bûna leşkerî ya li ser sînor, weke gef dibîne.