Aqûbeta botek penaberan a li peravên Îsraîlê nayê zanîn
Derbarê aqûbeta botek panaberan ku tê texmînkirin roja Yekşemê li peravên Îsraîlê hatibû dîtin , lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê aqûbeta botek panaberan ku tê texmînkirin roja Yekşemê li peravên Îsraîlê hatibû dîtin , lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat ragihandin di botek penaberan ku li peravên bajarê Netanya hat dîtin de alavên penaberan hatine dîtin.
Polîsên Îsraîlê ragihand ku di botê de nasnameyên 3 welatiyên Somaliyê hatine dîtin. Li ser vê yekê li Behra Spî operasyona lêgerîn û rizgarkirinê hat destpêkirin.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, îsal zêdetirî 187 hezar kes bi hêviya çûyîna Ewropayê berê xwe dane Behra Spî. Hat diyarkirin ku di vê rêwîtiya bi xeter de 2 hezar û 93 kes jiyana xwe ji dest dane.