Nivîskar û senarîstê Sûriyeyî Xalid Xelîfe jiyana xwe ji dest da

Xalid Xelîfe ku yek ji nivîskarên hemdemî yê herî navdar ên welatê xwe bû, di 59 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Nivîskar û senarîst Xalid Xelîfe ku li Helebê ji dayik bû û tevî şerê navxweyî jî li welatê xwe ma, êvara Şemiyê li Şamê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Xalid Xelîfe di hevpeyvînekê de di sala 2019 de gotibû, "Ez dimînim ji ber ku ew welatê min e. Ez li vir hatim dinê , ez li vir dijîm û ez dixwazim li vir bimirim."

Xalid Xelîfe bi romana xwe ya sêyem a bi navê ‘Di nefretê de pesn’ ku di sala 2008’an de ji bo xelata romana erebî ya navneteweyî û di sala 2013’yan de ji bo xelata romana biyanî ya serbixwe hat berbijêrkirin û ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin derdikeve pêş.

Di vê romanê de, nivîskar dibêje ku çawa ciwanekî Sûriyeyî ji Helebê, ku di nav kevneşopiya herî paqij a misilmanan de mezin bû, bawer dikir ku ew ê bi tevlêbûna tevgerek bingehîn a olî azadiyê bibîne.

Xalid Xelîfe ku di sala 2013’an de Xelata Necîb Mehfouz a bi prestîj ku ji aliyê zanîngeha Amerîkî li Qahîreyê ve hatiye dayîn wergirt, di sala 2014’an de bi romana xwe ya çaremîn a bi navê "Kêr di Aşxaneyên vî Bajar de nînin" ku bi zimanên din jî hatiye weşandin ji bo xelata romana erebî ya navneteweyî hat berbijêrkirin. Di pirtûkê de çîroka deh salên dawî bi çîroka malbateke ji bûrjûwaziya Helebê hatiye vegotin.

Di sala 2016’an de pirtûka "Mirin Karekî Zehmet e” ku çîrokeke tarî ya trajediya Sûriyeyê vedibêje hat weşandin. Çapa Îngîlîzî ya pirtûkê di Xelata Pirtûka Neteweyî ya 2019’an de di kategoriya edebiyata werger li Dewletên Yekbûyî de bû fînalîst.